Tillerson: Em endîşeyên ewlehî yên Tirkiyeyê fêhm dikin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson berî serdana Enqereyê li Urdinê ji bo pêşveçûnên li Sûriyeyê got: "Em endîşeyên ewlehî yên Tirkiyeyê fêhm dikin."

13.02.2018, Sal - 09:26

Tillerson: Em endîşeyên ewlehî yên Tirkiyeyê fêhm dikin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di axaftina xwe de got: "Li herêmê bi dawîbûna operasyonên leşkerî nayê wateya ku DAIŞê ji aliyê Amerîka û hevalbendên wê ve bi temamî hatine têk birin."

Rex Tillerson di berdewamiya axaftina xwe de got: "Herwiha Washîngton ji bo li herêmên rizgarbûyî yên Sûriyeyê bikar bîne biryar da ku 200 milyon dolar alîkarî bike. Heta niha li herêmê ji sedî 98 xak ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê hatiye deranîn."

Tê pêşbînîkirin ku Rex Tillerson roja pençşemê di serdana xwe ya Tirkiyeyê de bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan re hevdîtineke dualî pêk bîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 993 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:59:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x