Brîtanya: Komkujiyên Enfal û Helebceyê dê bi awayekî fermî werin bibîranîn

Li bajarê Lambethê yê Brîtanyayê dê ji bo bibîranîna komkujiyên ku li Başûrê Kurdistanê li dijî Kurdan hatine kirin, çalakiyek were lidarxistin.

09.03.2024, Cts - 17:35

Brîtanya: Komkujiyên Enfal û Helebceyê dê bi awayekî fermî werin bibîranîn
Nuçe Belav bike

Şaredarê Lambethê Serbaz Berzincî ji Rûdawê re ragihand:

“Bibîranîna komkujiyên Enfal û Helebceyê yên li Başûrê Kurdistanê bi awayekî fermî ketiye rojeva bibîranînên eyaletê û dê merasîm bibe çalakiyeke fermî.”

Sala borî di çalakiya ku gelek rayedarên Brîtanyayê jî tê de amade bûn, peykerê Omerê Xewar ku yek ji sembolên Komkujiya Helebceyê ye, li bajarê Lambethê hatibû danîn.

Kesên ku dixwazin beşdarî merasîma sibe bibin, ji ber kotaya sînordar hewce ye li ser malpera Event Brightê navên xwe tomar bikin.

Siyasetmedarê Kurd Serbaz Berzincî ku di hilbijartinên herêmî yên Gulana 2022yan de li London/Lambetha Brîtanyayê wekî endamê meclîsa şaredariyê hate hilbijartin û piştre bû alîkarê şaredar, sala 2023yan jî ji bo serokatiya şaredariyê hat hilbijartin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 251 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:05:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x