François Holland: Nabe Kurd li Sûriyê rastî zehmetiyan bên

Serokê Berê yê Fransayê François Holland ragihand ku nabe ew qebûl bikin ku “Kurd li Sûriyê rastî zehmetiyan bên.”

05.04.2023, Çar - 12:13

François Holland: Nabe Kurd li Sûriyê rastî zehmetiyan bên
Nuçe Belav bike

Serokê Berê yê Fransayê François Holland ji Rûdawê re ragihand, Kurd gelek caran rastî êrîşan hatine û komkujî jî heqê wan de hatine kirin, Fransa jî piştevaniya wan kesan dike ku ji ber nasnameya wan êrîşî wan tê kirin. Francois Holland dibêje jî, Kurdan hertim xwestine ku peywendiyeke wan ya baş li gel Fransayê hebe.

François Holland got: “Bi rêya Xanim Danielle Mitterrand bû ku di salên heştêyan de destpêşxer bû ji bo pêşweazîkirina Kurdên ku rastî êrîşê dihatin, îcar li herêma min, me beşdarî di pêşwaziya Kurdan de kir ku paşê piraniya wan bûne welatiyên Fransayê. Paşê wekû serokkomar, min piştevaniya Fransayê da Kurdistanê dema ku rastî gefa Dewleta Îslamî hat."

Holland amaje bi wê yekê kir ku Kurd di dîroka xwe de gelek caran rastî komkujiyan hatine kirin û got: “Ji ber ku kurd piraniya caran rastî êrîşê hatine, hin caran jî komkujî li dijî wan hatine kirin û Fransa jî hertim piştevaniya gelên ku rastî êrîşan tên bi sedema nasnameya xwe dike, ev nerîteke fransî ye, derbarê vê yekê de jî, Kurdan hertim xwestine ku pêwendiyeke hevsan û baş li gel Fransayê hebe.”

Derbarê Îranê de jî Holland destnîşan kir ku pêwîste Fransa tişta ku li Îranê li dijî jinan û kemîneyan dibe, qebûl neke.

Holland behsa Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî kir û got, nabe ew qebûl bikin ku Kurd li Sûriyê rastî zehmetiyan bên û wiha pê de çû: “Herwiha nabe em qebûl bikin ku li Sûriyê Kurd rastî zehmetiyê bên, û heta hin caran jî şerê nasnameya wan tê kirin ji aliyê rejîma Erdogan ve. Paşê, li Iraqê, em hertim giringiyê bê wê yekê didin ku Kurdistan pêgeha xwe ya temam bigire di vî welatê ku navê wî Iraq e, lê ku Kurdistan roleke taybet di nav de bilîze."

Têkildarî şerê Kurdan ê li dijî DAIŞê de jî Holland got: “Bi xweşhalî, Kurd xwedî rol bûn û hîn jî xwedî rol in, li dijî terorê û li dijî DAIŞê. Eger ne ji Kurdan ba ku li dora Serok Barzanî bûn, dibe ku heta niha jî Mûsil dagîrkirî ba ji aliyê Dewleta Îslamî ve. li Sûriyê jî, eger ne ji Kurdan ba, me nedikarî wan hemû bajaran rizgar bikin ku Dewleta Îslamî ew dagîr kiribûn. Herwiha ez tişta ku Kurdan kir ji bo destgîrkirina wan terorîstaan qet ji bîr nakim, ji ber ku vê yekê hîşt civaka navdewletî ji metirsiya wan parastî be.

Baweriya min pir bi wan heye, ji ber ku Kurd bicesaret in û Kurd xwedî prensîb in û kar dikin da ku rêz li hin nirxan bê girtin, bi taybetî der barê jinan de. Ez qet ji bîr nakim dema ku ez serokkomar bûm, min pêşwazî li çend jinên Kurd kir ku di rêza pêş de çûbûn eniya şer dema ku şer li gel DAIŞê hebû.

Serokê Berê yê Fransayê amaje bi wê yekê jî kir ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê rastî êrişên çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê tên û got: “Hîn jî zehmetî hene, li Sûriyê hêj Kurd rastî êrîşên milîsên Tirkiyê tên, li Îranê jî, wekî we behs kir, hîn jî hin niştecî rastî êrîşê ji aliyê rejîmê ve tên, lewre divê piştevanî berdewam be, û ev jî armanca vê civînê ye ku niha ez ê beşdarî wê bibim."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 645 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:29:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x