Fransayê Kurdekî ku ceza lê hatiye birîn radestî Tirkiyeyê kir

Fransayê penaberê Kurd Serhat Gultekînê ku li Tirkiyeyê cezayê girtîgehê lê hatiye birîn radestî Tirkiyeyê kir.

13.04.2024, Cts - 16:19

Fransayê Kurdekî ku ceza lê hatiye birîn radestî Tirkiyeyê kir
Nuçe Belav bike

Li Fransayê di demên dawiyê de zextên li ser Kurdên ku ji Tirkiyeyê reviyane zêdetir bûne.

Fransayê meha sibatê Firaz Korkmaz û 9ê Nîsanê jî Mehmet Kopal radestî Tirkiyeyê kir.

Her duyan jî ji ber xebatên siyasî ceza wergirtibû û wekî penaberên siyasî çûbûn Fransayê.

Serhat Gultekînê 27 salî sala borî ji Fransayê daxwaza mafê penabertiyê kiribû.

Penaberê Kurd Serhat Gultekîn 10ê Nîsanê li Fransayê hatibû desteserkirin û Fransayê doh ew radestî Tirkiyeyê kir.

“Rê nayê dayîn ku parêzerên xwe bibîne”

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) li ser Serhat Gultekîn daxuyaniyek belav kir.

OHDyê diyar kir ku destûr nehatiye dayîn ku parêzerên wî pê re hevdîtinê bikin û wiha berdewam kir:

Serhat Gultekînê ku bi awayekî neqanûnî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin, bi saetan e destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Li gorî agahiyên ku hevkarên me dane, ji ber ku destûr nayê dayîn bi muwekîlên xwe yên ku nexweşiyên wan giran in re hevdîtinê bikin, ji tenduristiya wan bi fikar in.

Em daxwaz dikin ku bila hevkarên me demildest bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin û em didin zanîn ku em pêvajoyê dişopînin.”

6 sal û 3 mehan ceza lê hatiye birîn

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 27 Çiriya Paşîna 2021ê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 mehan ceza li Serhat Gultekîn biriye.

Piştî ku ew ceza lê hat birîn, Gultekîn li Fransayê daxwaza mafê penabertiyê kiribû.

Gultekîn 4ê Nîsana 2021ê li Fransayê hatibû girtin û Kanûna Pêşîna 2023yan bi mercê kontrola edlî hatibû berdan.

Herwiha parêzera wî Şule Recepogluyê got ku girtina Gultekînê ku nexweşê Sendroma Marfanê ye dibe ku bibe sedema encamên ku nayên telafîkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 184 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:00:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x