Guterres: Sedema pirsgirêkan pirsa Kurd e

Rojhilata Navîn bûye dojeh û maka pirsgirêkan. Pirsgirêka herî mezin a ku serê dewletên li Rojhilata Navîn û hetta serê cîhanê jî dêşîne, pirsa Kurd û Kurdistanê ye.

15.04.2018, Paz - 10:13

Guterres: Sedema pirsgirêkan pirsa Kurd e
Nuçe Belav bike

Ji roja ku Kurdistan hatiye parçekirin û heta îro, Rojhilata Navîn ji pirsgirêk û alozîyan xilas nebûye û nabe jî. Aramî û ewlekarîya Rojhilata Navîn bi çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê ve girêdayî ye û ev yek ji ber çavên Neteweyên Yekbûyî jî nareve, tê dîtin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, rastîya Kurd û Kurdistanê dîtiye û balê dikşîne ser çareserkirina vê pirs û pirsgirêkê. Guterres, eşkere kir ku çend sedemên alozîya li Rojhilata Navîn hene û yek ji wan jî pirsa Kurd û Kurdistanê ye.

Antonio Guterres, di civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî de behsa xeterîyên mezin yên li ser aramî û ewlekarîya Sûrîyê û Rojhilata Navîn kir. Guterres, anî zimên û got: "Şerê sar paşde vegerîya. Lê vê carê bi hestên tolhildanê û bi cudahîyên taybet vegerîya. Berê ji bo astengkirina alozî û gengeşîyan mekanîzmayek hebû, lê niha mekanîzma jî nemane. Hinek hêman hene ku alozîya li herêmê zêdetir dikin. Ew jî helwestên cuda yên li hember rewşa Kurdan û Birayên Misliman e".

Antonio Guterres, bi van gotinan balê dikşîne ser hebûna pirsa Kurd û dixwaze bêje ku heta pirsa Kurd û Kurdistanê li Rojhilata Navîn neyê çarserkirin, wê aramî û ewlekarî li herêmê nebe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1202 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:41:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x