Ji Parlamentoya Ewropayê bo Tirkiyeyê: 'Ji Efrînê derkeve'

Hat ragihandin ku sibe Parlamentoya Ewropayê (PE) dê pêşniyar qanûnekê bibe ber dengdanê û banga derketina ji Efrînê li Tirkiyeyê bike.

15.03.2018, Per - 05:56

Ji Parlamentoya Ewropayê bo Tirkiyeyê: 'Ji Efrînê derkeve'
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya DWyê di pêşniyar qanûna ku li ser rewşa Sûriyeyê ji aliyê komên PEyê ve hatiye amadekirin de, derbarê operasyona Tirkiyeyê ya dijî Efrînê de behsa windahiyên sivîl tê kirin û tê xwestin, Tirkiye wê operasyonê rawestîne û tenê li ser têkoşîna dijî rêxistinên terorî yên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî hatine diyarkirin raweste.

Di pêşniyar qanûna ku sibe diçe ber dengdanê de, tê diyarkirin ku piştî operasyona Efrînê şerê Sûriyeyê ketiye qonaxeke nû û hem metirsiyên mirovî derketine pêş hem jî hevsengiya hesas a ji bo çareseriyê ketiye xeteriyê.

Herwiha di pêşniyar qanûna Sûriyeyê de metirsiya rûbirûbûna hêzên tirk û artêşa Sûriyeyê tê bîrxistin û bang li Tirkiyeyê tê kirin, ‘Leşkerên xwe ji Efrînê vekişîne û roleke êrênî di krîza Sûriyeyê de bilîze."

Pêşniyar qanûna Sûriye û Efrînê roja pêncşemê 15ê Adarê li civînên giştî yên Parlamentoya Ewropayê ya Strasburgê tê ber dengdanê.

Herwiha tê çaverêkirin ku 24-25ê Nîsanê jî li Brukselê konferanseke navnetewî li ser Sûriyeyê were lidarxistin ku YE û NY pêşengtiya wê dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1275 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:29:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x