Şanda Herêma Kurdistanê li Miyonşinê behsa metirsiya milîşya û dron û moşekan dike

Îro roja yekê ya Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê ye ku her sal li Almanyayê tê kirin, Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re jî tevlî wê dibin, herwesa biryar e Serokê Herêma kurdistanê hejamreka hevdîtinan bi berpirsên bilind ên cîhanê re bike.

16.02.2024, Cum - 13:45

Şanda Herêma Kurdistanê li Miyonşinê behsa metirsiya milîşya û dron û moşekan dike
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê di Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê de behsa dîtin û nerînên çarexwaz ên Herêma Kurdistanê ji bo hevrikiyên siyasî bike.

Serokê Herêma Kurdistanê herwesa dê metirsiyên gefên terorê û milîşyayên çekdar û qeyranên mirovî yên Herêma Kurdistanê û Îraqê jî berçav bike.

Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê îro (Înî, 16.02.2024) seet 12:00 bi dema Hewlêrê dest pê kir û dê heta 18ê vê mehê berdewam be, anku dê sê rojan vebikêşe.

Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê mezintirîn civîna serkirdeyan a girêdayî ewlehî û seqamgiriyê ye li cîhanê.

Tewerên serekî yên Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê ya îsal ev in; şerê Xezzeyê, aloziyên Rojhilata Navîn û Deryaya Sor û qeyrana Ukraynayê.

Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê li sala 1963ê hatiye damezrandin û îsal zêdetirî 40 serok û serokwezîran û 90 wezîrên derve dê tevlî wê bibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 234 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:59:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x