Wezareta Karên Derve ya Îranê li ser civîna Amerîka û Îranê got, "Li ser pêşniyara Umanê civîna teknîkî ya Îran û Amerîka dê sibe neyê kirin û civîn ji bo roja Şemiyê ya bê hatiye bipaşxistin."
Ji bo bernameya nukleerî ya Îranê gera yekem a hevdîtinên di navbera Îran û Amerîkayê de 12ê Nîsanê li Umanê hat lidarxistin.
Dihat çaverêkirin kur Amerîka û Îran îro li Umanê biciviyana.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî derbarê lidarxistina civînê got:
"Bi pêşniyara Umanê û razîbûna şandên Îranî û Amerîkî ew civîna ku biryar bû sibe li Umanê bihata kirin, ji bo roja Şemiyê ya bê hat paşxistin."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Ereqçî 19ê Nîsanê gotibû, "Gotûbêjên teknîkî di navbera aliyên Îran û Amerîkayê de roja Çarşemê li Umanê tê lidarxistin û şandeyên her du welatan dê roja şemiya bê li Umanê bicivin û encamên civînan û xebatên komîteyên teknîkî binirxînin."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê diyar kir ku piştî wê civînê ji bo wan diyar dibe ku heta çiqasî nêzikî rêkeftinê ne.
Hîna di nav birêveberiya Trump de her wiha di navbera Amerîka û Îsraîlê de jî, gengeşe heye li ser wê yekê ku gelo divê bi diplomasiyê yan bi êrîşa serbazî rê li ber bidestxistina çekên nukleerî ji aliyê Îranê ve bê girtin.
Heya niha Trump li dijî nêrîna kesên ku banga şer dikin e serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî di nav de ye, lê israr dike ku bi rêkevtinê bernameya navokî ya Îranê rawestîne.
Welatên rojava û Îsraîl di wê baweriyê de ne ku Îran nêzîkî çêkirina bombeya atomê ye.
Tehran jî red dike ku bernameya wê ya navokî tenê hilberîna elektrîkê û lêkolînên bijîşkî ye.