Hat ragihandin ku hemwelatiyên îranî yên ku li eyaletên Sîstan-Belûcistan, Hurmuzgan, Buşehr û Horasana Başûr dijîn bi birçîbûnê re rûbirû ne.
Li gor Ajansa Nûçe ya Şagirtên Îranê (ILNA), serokê parlamenterên eyaleta Sîstan-Belucistanê Muhammed Naîm di axaftina xwe ya Meclisa Îranê de rêvebiriya Tehranê hişyar kir û got: "Hemwelatiyên ku li çar eyaletan dijîn ji ber jar û feqiriyê bi birçîbûnê re rûbirû mane."
Muhammed Naîm di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Di asta dahatuya millî de Sîstan-Belucistan di rêza herî dawî de ye. Nebûna sermayê û hişkesalî derbeyeke mezin li xelkê herêmê xist. Bi taybetî ev hişkesalî bandoreke mezin li gundên girêdayî bajarê Zabul, Zahidan û Çabaharê kiriye. Ji sedî 75ê hemwelatiyên eyaleta Sîstan-Belucistanê bi birçîbûnê re rûbirû ye."
Parlamenterê bajarê Zahidanê Alim Yar Muhammed jî di axaftina xwe de got: "Xelkê herêmê êdî nikare debara xwe bike. Ji 580 hezar şêniyên bajarê Zahidanê 350 hezar jê ji ava paqij mehrum in."