Artêşa Îsraîlê: Em dê bersiva Îranê bidin

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari diyar kir ku ew niha xelkê xwe diparêzin û dê bersivê bidin êrişa Îranê.

02.10.2024, Çar - 10:17 [ Güncellenme: 02.10.2024, Çar - 11:33 ]

Artêşa Îsraîlê: Em dê bersiva Îranê bidin
Nuçe Belav bike

Daniel Hagari li ser êrişa Îranê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku Artêşa Îsraîlê di qonaxa parastina bilind de ye.

Daniel Hagari diyar kir ku dê encamên wê êrişa mûşekî ya Îranê hebin.

Daniel Hagari amaje bi parastina Îsraîlê ya li dijî mûşekan kir û wiha got:

“Em ji bo parastin û êrişan, parastina gelê Îsraîlê di hişyariyeke bilind de ne.

Plana me heye û em dê di dem û cihê ku ji em dixwazin de bersivê bidin Îranê.“

Daniel Hagari amaje bi wê yekê kir ku ji ber êrişa Îranê 2 welatî bi awayekî sivik birîndar bûne.

Li gorî medyaya Îsraîlê, Îranê 180 mûşek avêtinê nav axa Îsraîlê.

Vî nûçeyê tevayî: 164 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:22:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x