Artêşa Îsraîlê: 3 dîl bi şaşî hatin kuştin

Artêşa Îsrailê ragihand ku li Xezeyê 3 dîlên Îsraîlî bi xeletî hatine kuştin.

16.12.2023, Cts - 07:04

Artêşa Îsraîlê: 3 dîl bi şaşî hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Artêşa Îsraîlê derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de artêşa Îsraîlê got “Hêzên artêşa Îsraîlê di pevçûnên li Şucaiyeyê de bi şaşî 3 dîlên Îsraîlî wekî gef dîtin.

Di encamê de leşkeran gule li wan reşandin û hatin kuştin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di lêgerîn û kontrolên ku li herêma bûyer lê qewimiye de di derbarê nasnameya miriyan de guman derketiye û li ser vê yekê ji bo lêkolînê ew cenaze birine Îsraîlê.

Piştre derketiye rastê ku ew cenaze yên dîlên Îsraîliyan in.

Hat diyarkirin ku piştî lêkolîna berfireh hat tespîtkirin ku cenaze yên girtiyên bi navê Yotam Haim û Samer Talalka û dilê ku malbata wî nexwest navê wî bê eşkerekirin in.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê derbarê mijarê de dest bi lêkolînê kiriye.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin, "Herêma ku bûyer lê qewimiye, herêmeke şer a aktîf e ku ev çend roj in pevçûn lê diqewimin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 303 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:10:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x