Bîlançoya şer: Heta niha 1200 Îsraîlî, 900 Filistînî hatine kuştin

Hejmara kuştiyên êrişên Hemasê yên li Îsraîlê û êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê ji her du aliyan 2100 derbas kir.

11.10.2023, Çar - 07:24

Bîlançoya şer: Heta niha 1200 Îsraîlî, 900 Filistînî hatine kuştin
Nuçe Belav bike

Şer û pevçûnên ku piştî êrişa Hemasê ya li hemberî Îsraîlê dest pê kirin, berdewam dikin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku kejmara kesên ku di encama êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de canê xwe ji dest da gihişt 900î.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê herwiha 4 hezar û 500 kes jî birîndar bûne.

Li aliyê din medyaya Îsraîlê da zanîn ku heta niha di êrişên Hemasê de herî 1200 Îsraîlî mirine.

Li gorî nûçeya ku rojnameya Yedîioth Ahronothê, hejmara birîndarên wî welatî jî bûye 2 hezar û 150, birînên 300 kesî giran in.

Li gor nûçeya ku rojnameya Yedîioth Ahronothê Îsraîliyên ku di dema êrişan da dîl hatin girtin jî ji 200î zêdetir e.

Piştî ku çekdarên Hemasê 7ê Çiriya Pêşînê bi navê "Toafan Eqsayê" êriş da destpêkirin, êdî artêşa Îsraîlê tevgera xwe ya li ser sînorê xeta Xezeyê zêde dike.

Ji aliyekî ve Artêşa Îsraîlê êrişên asmanî li dar dixe û ji aliyê din ve jî komên Filistînî mûşekan diavêjin.

Herwiha artêşa Îsraîlê li ser sînorê Xezeyê berê top û obusan jî daye Xezeyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 300 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:37:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x