DAIŞê bi 10 wesayîtên bombekirî êrişî Heşdî Şebî kir

Li gorî zanyariyên berdest, milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li Telaferê zêdetirî bi 10 wesayîtên bombekirî êrişî çekdarên rêxistina Heşdî Şebî kir.

13.02.2017, Pts - 07:11

DAIŞê bi 10 wesayîtên bombekirî êrişî Heşdî Şebî kir
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku DAIŞê li sînorê navçeya Telaferê êrişeke giran bire ser Heşdî Şebî û ji êvariyê ve terorîstên DAIŞê zêdetirî bi 10 otomobîlên bombekirî bi milîsên Heşdî Şebî ve teqandine.

Fermandeyê Lîwaya 8 a Hêza Pêşmerge, lîwa Haşim Sîteyî di daxuyaniyekê de ragihand: "Seet ji 16.00e êvarî îro ve terorîstên DAIŞê li Telefer, Beac û Bilîçê dest bi êrişeke berfireh bo ser çekdarên Heşda Şeibî kirine".

Haşim Sîteyî di axaftina xwe de got: "Di navbera her du aliyan de şerekî giran derketiye û şer heta niha jî berdewam e. Ev nûtirîn û bihêztirîn êrişa DAIŞê ye. Ji her du aliyan ve, yanî ji Telaferê û Beacê ve bi çekên giran û otomobîlên bombekirî ve êriş dikin. Heta niha zêdetirî 10 otomobîlên bombekirî bi çekdarên Heşdî Şebî ve teqandine".

Li gorî daxuyaniya fermandarê Pêşmêrge ji her du aliyan jî kuştî û birîndar hene, lê belê hejmara kuştiyan nehatiye zanîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1389 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:15:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x