Heşdî Şabî: Piştî DAÎŞ'ê hedefa me Şingal e!

Berpirsê Yekîtiya Nûceba ku milekî Heşda Şabiye Ekrem Keibî destnîşan kir, piştî ku şerê DAIŞ'ê li devera Enbar ya Iraqê xilas bû dê berê xwe bidin devera Şingalê da ku piştrast bibin ew der bi ewle ye!

28.11.2017, Sal - 09:03

Heşdî Şabî: Piştî DAÎŞ'ê hedefa me Şingal e!
Nuçe Belav bike

Grûpa “Nuceba” ya Heşda Şeibî, ku ji aliyê Amerîka ve wek grûpeka terorîstî hatiye nasîn, gef li Amerîka xwar û ragihand, eger Amerîka êrişî wan bike ewê jî êrişî hêzên Amerîkî yên li Iraq û Sûriyê bikin!

Her wiha li gorî medyaya Iraqî, berpirsê grûpa terorîstî ya “Nuceba”, ku grûpeka Heşda Şeibî ye, Ekrem Keibî gotiye, hevkariya navbera Sûriye û Iraqê rizgarkirina Filistînê jî nêzîk û bilez dikin!

Ekrem Keibî gef li Amerîka jî xwariye û gotiye, eger Amerîka êrişî me bike wê çaxê emê jî êrişî hêzên Amerîkî yên li Iraq û Sûriyê bikin.

Grûpa “Nuceba” ya Heşda Şeibî jî mîna gelek gûrpên din yên wê hêzê, yekser girêdayî Îranê ne.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1599 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:51:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x