Îran gefa êrişê dixwe û Îsraîl jî xwe amade dike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li baregeha hewayî ya Til Nofê li rojavayê Îsraîlê çavdêriya amadekariyên hêzên esmanî yên welatê xwe kir.

12.04.2024, Cum - 09:52

Îran gefa êrişê dixwe û Îsraîl jî xwe amade dike
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Îsraîlê  Benjamin Netanyahu li ser amadekariyan got:

“Em di demeke hesas re derbas dibin. Em li ser prensîbeke hêsas dixebitin, her kesê ku zererê bide me em dê zererê bidin wan.

Em xwe amade dikin ku ewlehiya Îsraîlê hem di warê parastinê de hem di warê êrişê de hebe.”

Li aliyê din Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant jî ragihand ku eger Îran êrişî Îsraîlê bike, ew dê rasterast êrişî Îranê bikin.

Medyaya Komara Îslamî ya Îranê û Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî didin zanîn ku êrişa Îsraîlê ya li Şamê bê bersiv namîne.

Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî herwiha anî ziman:

“Li her welatekî balyozxane wekî axa welatê ku xwediyê wê ye. Dema ku êrişî konsulxaneya me dikin, mîna ku êrişî axa me kirine. Rejîma qirêj di vî warî de xeletî kir.”

Gefên Îranê û îhtimala êrişkirina Îsraîlê yan jî berjewendiyên wê, bûye sedema dilgiraniya beşek ji civaka navneteweyî.

Almanyayê banga aramiyê li Îranê kir

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê bi telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdullahiyan re axivî.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Annelana Baerbockê ji Husên Emîr Abdullahiyan re got:

“Berjewendiya ti aliyekî di zêdekirina aloziya li herêmê de nîne. Em bangî hemû aktorên herêmê dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin û xwe ji zêdekirina rageşiyê re bigirin.”

Li aliyê din Serokê Amerîkayê Joe Biden hişyarî da Tehranê û da zanîn ku wê piştgiriya wan a ji bo Îsraîlê berdewam bike.

Serokê Amerîkayê Joe Biden da zanîn:

”Wekî ku min ji Serokwezîr Netanyahu re jî got, li hemberî van gefên Îranê, piştgirî û pabendîbûna me ya ji bo ewlehiya Îsraîlê dê dewam bike.

Ji bo parastina ewlehiya Îsraîlê çi ji destê me were em dê bikin.”

1ê Nîsanê Konsulxaneya Îranê ya Şamê bû armanca êrişekê û di wê êrişê de 2 fermandarên Supaya Pasdarên Îranê yên li Sûriye û Libnanê û 5 şêwirmendên leşkerî yên Îranê hatin kuştin.

Medyaya fermî ya Îranê ragihandibû ku di wê êrişê de 13 welatiyên wan hatine kuştin.

Îran eşkere dike ku ew êriş ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin lê berpisên Îsraîlê wê yekê red nakin ku wan ew êriş pêk neaniye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 125 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:55:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x