Îsraîlê careke din Şam mûşekbaran kir

Medyaya Sûriyê radigihîne ku Îsraîlê careke din mûşek avêtine nêzîkî Şamê; Di kêmtirî 24 saetan de ev duyemîn êrîşa bi vî rengî ye.

31.03.2023, Cum - 07:29

Îsraîlê careke din Şam mûşekbaran kir
Nuçe Belav bike

Medyaya fermî ya Sûriyê ragihank ku îro Înê "demjimêr 00:17 bi dema herêmî, Îsraîlê bi rêya mûşekan ji Girên Golanê yên Sûriyê yên dagîrkirî êrîşeke asmanî kir û xaleke nêzîkî Şamê kir armanc."

Roja borî jî Îsraîlê êrîş bir ser herêmên nêzîkî Şamê û Wezareta Berevaniya Sûriyê ragihand ku 2 leşker birîndar bûne.

Medyaya fermî ya Sûriyê ragihand ku di êrîşa sibeha Înê de çend mûşek ji aliyê sîstema berevaniyê ve xistine xwarê.

Çavkaniyên herêmî gotin ku êrîşa nû çeperên artêşa Sûriyê û komên çekdar ên nêzî Îranê kirin hedef. Çavkaniyên han diyar kirin ku mûşekan li depoyeke çekan ketine, lê diyar kirin ku ti ziyanên canî çênebûne an na.

Di 19ê Sibatê de firokeyên Îsraîlî navçeyek li paytext Şamê ku hêzên ewlekariya Sûriyê tê de bûn kir armanc û herî kêm 15 kes hatibûn kuştin.

Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê di sala 2011an de, Îsraîlê bi sedan êrîşên esmanî pêk anîne, bi giranî hêzên hikûmeta Sûriyê û Hizbullah a alîgirên Îranê kirine armanc.

Îsraîl venaşêre ku êrîşên bi vî rengî li Sûriyê pêk anîne û dibêje ku armanca êrîşên wê yên asmanî kêmkirina hegemonyaya Îranê li wî welatî ye, lê kêm caran agahiyan derbarê êrîşan eşkere dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 277 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:22:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x