Şerê taxan her ku diçe dijwar dibe

Çekdarên HSDê li başûrê bajarê Reqqayê ketin nava taxeke din. Emîr û pisporên çêkirina mayînan jî di nav de 32 DAIŞî hatin kuştin.

18.07.2017, Sal - 10:27

Şerê taxan her ku diçe  dijwar dibe
Nuçe Belav bike

Ligor nuçeya Sputnîk\'ê Pêşveçûna çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) li taxên nû yên bajarê Reqqayê didome. Piştî kontrolkirina taxa Yermûkê çekdarên HSDê dest danîn ser pira El-Cedîd ya di navbera taxa Yermûk û taxa Nezlet Şihade. Li taxa Nezlet Şihada pevçûnên dijwar qewimîn û li vir 5 milîtan hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Li taxê doçkayek û gelek cebilxaneyên DAIŞê ketin destê çekdarên HSDê.

Di şerê taxa Reqqa ya Kevn de jî 12 milîtan hatin kuştin û 3 ji fermandar û pisporê çandina bombe û mayînan bûn. Di şerê li vê taxê de termê 7 terorîstan ket destê HSDê. Çekdaran li taxê panzêrek îmha kirin û dest danîn ser gelek cebilxaneyan. Her wiha li rojavayê bajar di taxa El-Berîd û El-Diriye de jî 6 milîtanê DAIŞê hatin kuştin.

Li taxa Hîşam Bin Ebdulmelek a li başûrê bajarê Reqqayê jî pevçûnên dijwar diqewimin û di pevçûnan de 9 terorîstên DAIŞî hatin kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1174 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:35:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x