Serokwezîrê Iraqê Ebadî hişyarî da Heşdî Şebî

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji berpirsên Heşda Şebî xwest ku Heşda Şebî bila li gorî yaseyên Iraqê tevbigere û divê ew karibe nûneratiya tevahiya gelê Iraqê bike.

17.02.2017, Cum - 09:06

Serokwezîrê Iraqê Ebadî hişyarî da Heşdî Şebî
Nuçe Belav bike

Ofîsa Serokwezîriya Iraqê daxuyaniyek da û di wê daxuyaniyê de diyar kir ku Serokwezîr Heyder Ebadî duh bi amadebûna hinek berpirsên ewlehî û leşkeriya Iraqê, bi fermandarên Heşda Şebî re civiya.

Hat ragihandin ku Heyder Ebadî di civînê de ji wan fermandarên Heşda Şebî xwestiye ku li gorî yasayên Iraqê tevbigerin û divê karibin nûnertiya tevahiya gelê Iraqê bikin.

Hêjayî gotinê ye ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di dawiya sala borî de jî ji Heşda Şebî xwestibû ku girêdayî yaseyên Iraqê be û gotibû aliyên ku yaseyên Iraqê bin pê bikin wê nikaribin têkevin nava Heşda Şebî. Ji aliyê din ve balkêş e ku ev hişyariyên Ebadî yên ji bo Heşdî Şebî piştî rexneyên li Heşdî Şebî hatin.

Heşdî Şebî di dawiya sala 2016an de ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve wek rêxistineke fermî ya hêzên ewlehî ya Iraqê hatibû qebûlkirin û ji wê bûdce hatibû veqetandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 979 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:05:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x