Sûriyê daxwaz ji NY dike Tirkiyê hêza xwe ji xaka wê vekişîne

Wezareta Derve ya Sûriyê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kir ku, fişarê bixine ser Tirkiyê daku, hêza xwe ji nav xaka wî welatî bikşîne.

10.03.2017, Cum - 16:53

Sûriyê daxwaz ji NY dike Tirkiyê hêza xwe ji xaka wê vekişîne
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Sûriyê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kir ku, fişarê bixine ser Tirkiyê daku, hêza xwe ji nav xaka wî welatî bikşîne.

Ajansa fermî ya nûçeyan SANA ku, ser bi rejîîma Sûriyê ve ye ragehand ku, Wezaret Derve ya Sûriyê derbarê binpêkirina sînorên wî welatî ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve du name bo Serketerê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re şandinye.

Li gora naveroka wê nemayê Wezareta Derve ya Sûriyê amaje bi wê yekê kiriye ku, Tirkiyê rêzê ji serweriya Sûriyê re nagire, herwiha Tirkiyê bi piştevaniya terorê tometbar dike.

Di nameya xwe Wezareta Derve ya Sûriyê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kiriye ku, fişarê bixe ser Tirkiyê daku, hêza xwe ji wî welatî bikşîne û aşî û aramiya navçeyê biparêze, herwiha operasyonên xwe li dijî Artêşa Sûriyê rawestîne.

Daxwaza hikumeta Sûriyê di demekê de hat ku, hejmarek serbazên Sûriyê di encama tobarankirina Artêşa Tirkiyê li derdora bajarê Minbicê hatibûne kuştin.

Tê zanîn ku, Tirkiyê ji Tebaxa borî ve bi armanca şerê DAIŞê derbasî xaka Sûriyê bibû operasyona "Mertala Feratê" destpê kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1303 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:27:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x