Wezîrê Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu ragihand, Amerîka û Rûsyayê soz dabûn wan ku li Sûriyê terorê nehêlin lê sozên xwe bicih neanîne û got: “Li dijî her gefeke li ser Tirkiyê, çi DAIŞ çi PKK ferq nake divê em tedbîrên pêwîst werbigirin.”
Wezîrê Derve yê yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu roja Çarşembê 15ê Hezîrana 2022an di konferanseke hevbeş a çapemeniyê de ligel Wezîrê Derve yê yê Îrlandayê Simon Coveney û Wezîra Derve ya Norvecê Anniken Huitfeldt derbarê proseya endamtiya Swêd û Fînlandayê bo NATOyê, pêşhatên dawî yên li cîhanê û navçeyê de axivî.
Mevlut Çavuşoglu derbarê hewldanên endamtiya Swêd û Fînlandayê di NATOyê de got: “Van herdû welatan nîgeraniyên ewlehiyê hene. Nîgeraniyên wan rewa ne û dizanin çavakaniya wan ji ku ye. Lê berî her tiştî, divê ew jî nîgeraniyên Tirkiyê fehm bikin û nabe vê yekê paşguh bikin.”
Rewşa Sûriyê jî yek ji mijarên sereke yên gotara Çavuşoglu bû û derbvarê vê yekê de ragihand ku Tirkiye li navçeyê yek ji wan welatan e ku di krîza Sûriyê de herî zêde berbirsyariyan digire ser milê xwe û got : “Niha derdora 3.7 milyon koçberên Sûrî li Tirkiye ne.”