Dogu Perînçek: Em çima li Sûriyê dijberî statuya Kurdan bin

Serokê Partiya Vatanê Dogu Perînçek li ser serdana xwe ya Sûriyê axivî. Perînçek, di derbarê Rojava\'yê Kurdistanê de da zanîn ku ew ne li dijî statûya Kurdan li Sûriyê ne û got, “Em çima li dijî wê bin? Eger dewlet û neteweya Sûriyê biryareke wiha bide, çima em li dijî wê derkevin? Em dê rêzê li biryara dewlet û miletê Sûriyê bigirin.”

19.08.2022, Cum - 05:16

Dogu Perînçek: Em çima li Sûriyê dijberî statuya Kurdan bin
Nuçe Belav bike

Dogu Perînçek ê ku beşdarî Bultena Rojava ya Rûdawê bû û bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da, li ser civînê de daxuyanî dan.

\"Em ê di meha Îlonê de biçin Şamê\"

Perînçek diyar kir ku ew dê meha bê biçin Sûriyê û got, “Em wek şandekê dê di Îlonê de biçin Şamê. Serok Beşar Esed em vexwendin Şamê. Di demên pêş de hin geşt û hevdîtinên wî hene. Ji ber vê yekê em hewl didin ku salnameya wî bi salnameya xwe re li hev bînin.

Em ê bi Beşar Esad re hevdîtinê bikin. Em ê gotûbêjan bikin. Li bakurê Sûriyê hem PKK û YPG heye, hem jî di bin navê Îslamê de rêxistinên terorê yên Îslamî yên sexte hene. Bi saya derxistina van rêxistinên terorê em ê behsa vegera welatiyên Sûriyê yên ku mêvanên me ne bikin.

Em li dijî rêxistinên cudaxwaz in. YPG, PYD, PKK; ew heman rêxistin in. PKK ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û cîhanê û ya herî girîng jî ji aliyê gelên Tirk û Kurd ve weke rêxistineke terorîst tê qebûlkirin. PYD û YPG jî rêxistinên ku bi temamî di bin kontrola PKKê de ne.

Ev rêxistinên li dijî yekîtiya axa Sûriyê ne û Sûriyê parçe dikin. Ya herî girîng jî ev rêxistinên ku bi emperyalîzma Amerîka û Îsraîlê re peywendiyên wan hene. Lewma dijberiya gelên herêmê û dewletên herêmê dike. Ev rêxistin zirareke mezin didin gelê Kurd û pêşeroja wê. Rêxistinên ku li herêmê xizmeta berjewendiyên Amerîkayê dikin û Amerîka wan weke hêza xwe ya bejayî bi nav dike. Efserên Amerîkî wan perwerde dikin. Gelê Kurd jî di nav de hemû gel ji wan êş û azarê dikişîne.”

Perînçek wiha berdewam kir, “Kurdên Sûriyê, Kurdên Iraqê, Kurdên Tirkiyê gelê me ne. Em gelê xwe wekî dijmin nabînin. Di bernameya me de wiha tê gotin; Em Tirk in jî, Kurd in jî. Em hemû neteweya Tirk in. Em Kurdan ji xwe cuda nabînin. Pirsgirêka Kurdên Sûriyê dê bi destûra Sûriyê û yasaya xwe diyar bibe. Em nikarin tiştekî li ser Sûriyê ferz bikin.”

\'Ocalan jî bi vî rengî qebûl dikir\'

Perînçek her wiha behsa Abdullah Ocalan jî kir û got, “Gelek mirovên me yên li Tirkiyê dê Kurd û bav wan Tirk in. Em li Tirkiyê yekgirtî ne, ti wateya parçekirina me nîne. Tirk têgeheke cuda ye. Ev ne nijad e, têgeheke siyasî ye. Tirk navê hemû kesên ku di dewletekê de kom bûne ye. Bi rastî di hevdîtinên me de Ocalan jî ev yek qebûl dikir. Rêjeya Kurdan di Partiya Vatan de jî nîvî nîvî ye. Li bajarên başûrê rojhilat welatiyên me yên Kurd tevlî Partiya Vatanê dibin. Lewma Partiya Vatan partiya Kurd û Tirkan e. Dema ku em behsa Kurdan dikin, em behsa qewmeke cuda nakin, behsa xwe dikin.”

Em dê çima li dijî statuya Kurdan bin li Sûriyê?

Perînçek li ser pirsa statûya Kurdan a li Sûriyê jî got, “Em çima li dijî wê bin? Eger dewlet û neteweya Sûriyê biryareke wiha bide, çima em li dijî wê derkevin? Em dê rêzê li biryara dewlet û miletê Sûriyê bigirin lê em naxwazin li herêma me parçebûn çêbibe. Em di wê baweriyê de ne ku dewlet ne xweser û federe bin, hem wekî netewe û hem jî wekî dewlet wekî yekîtiyê çareseriyan bibînin, ev girîng e.

Çima baregehên Amerîkayê li bakurê Sûriyê hene?

Perînçek dijî Amerîkayê got, “Werin em hemû li dijî destwerdana Amerîka û Îsraîlê ya li herêma me derkevin. Çima baregehên Amerîkayê li bakurê Sûriyê hene? Divê ev hemû baregehên Amerîkayê bên paqijkirin. Îsraîl çima Sûriyê bombebaran dike? Em wek Partiya Vatanê piştgiriya derketina Tirkiyê ji NATOyê dikin. Yekane partiya ku doza derketina Tirkiyê ji NATOyê dike em in. Em Amerîka wek hevpeyman nabînin. Em Amerîka wek dijminê gelên Fars, Kurd, Tirk û Ereb dibînin.

Dogu Perînçek got, “Em piştgiriyê didin derbasbûna baregehên Amerîkayê yên li Tirkiyê ji bo kontrola Hêzên Çekdar ên Tirkiyê. Lewma em ne tenê li dijî baregehên Amerîkayê yên li Bakurê Sûriyê ne. Em alîgirê tasfiyekirina hemû baregehên Amerîkayê yên wek Încîrlîk û Kurecikê ne û divê di bin kontrola Hêzên Çekdar ên Tirkiyê de bin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 477 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:54:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x