Bi Serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Encûmena Wezîran li navenda Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) civiya.
Erdogan got: \"Erdhejeyên ku hejmara paşhejên wê gihîşt 3 hezar û 170î, li parêzgehên me yên ku 13 milyon kes lê dijîn bû sedema wêraniyeke mezin.\"
Her wiha got: “Bandora wêrankirina erdhejê li qadeke 500 kîlometreyî belav bû. Di van erdhejan de enerjiya bi sedan bombeyên atomî yên herî bi hêz derket. Erdhejên Mereşê bi mezinahî û wêranbûna xwe wekî bûyereke xwezayî ya awarte tê dîtin.”
Da zanîn jî, heta niha 35 hezar û 418 welatiyan di erdhejê de canê xwe ji dest dane û 105 hezar û 505 kes birîndar in.
Ji aliyê din ve Erdogan got, \"Piştî ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bibin em ê pêvajoya rakirina paşmayan bileztir bikin.\"
Got jî: “Her xaniyek ku ji bo jiyandinê nebe, em ê ji nû ve ava bikin û radestî xwediyên wan bikin.”