Erdogan piştî serdana xwe ya Bexdayê li ser PKKyê daxuyanî da

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî serdana Bexda û Hewlêrê got, “PKK ji bo îstîqrara Îraqê jî gef e.”

23.04.2024, Sal - 21:21

Erdogan piştî serdana xwe ya Bexdayê li ser PKKyê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî bidawîbûna serdena xwe ya Îraqê û Herêma Kurdistanê li ser rêya vegerê pirsên rojnamegeran bersivandin.

Erdogan behsa plana Rêya Bipêşketinê ya Îraq- Tirkiyeyê kir û got:

“Ji bo serkeftina Rêya Pêşketina Îraqê divê PKK ji Îraqê were derxistin.

Ew ji bo îstîqrar,  pêşketin û hizûra Îraqê jî gef e. Nehiştina vê gefê di berjewendiya Îraqê jî de ye.

Ji bo vîzyona pêşketinê ya Îraqê, ji bo hatina sermayeya navneteweyî divê hemû gefên terorê ji holê bêne rakirin.”

“Ez hêvî dikim aliyên Îraqî jî rastiyê bibînin”

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de behsa şerê li dijî YPG û PKKyê jî kir û got:

“Li Îraq û Sûriyeyê berxwedana me ya li hemberî PKK/ PYD/ YPGyê gelek sal in berdewam dike.

Ji niha û şûnde jî dê têkoşîna me berdewam bike.

Hem li nava sînorê navxweyî hem li derveyî sînoran li gorî hiqûqa cîrantiyê û di çarçoveya rêzgirtina li yasayên navneteweyî berdewam bike.

PKK/PYD/YPG ji bo îstiqrar, pêşketin û aştiya Îraqê gef e. Jiholêrakirina vê metirsiyê jî di berjewendiya Îraqê de ye.

Ez di wê baweriyê de me ku ew vê rastiyê dibînin û dê niha jî îradeya xwe ya jiholêrakirina vê pirsgirêkê nîşan bidin.”

“Ji bo dayîna berdêlan amade bin”

Erdogan li ser îdiayên ku li Şaredariya Sûrê ya Amedê "heqaret li Ataturk û wî hatiye kirin" jî axivî.

Erdogan got, "Kî hewl dide xalên Destûra Bingehîn binpê bike, bila amade be ku berdêla wê bide."

Vî nûçeyê tevayî: 128 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:39:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x