Erdoğan: Vana neftê destê me de ye, em gava bixwazin em ê asêkin!

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di derbarê pêkanîna referandûma Serxwebûna Kurdistanê de got, deriyê sînorî yê di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de Xabûr dê di vê hefteyê de bigrin.

25.09.2017, Pts - 11:50

Erdoğan: Vana neftê destê me de ye, em gava bixwazin em ê asêkin!
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna Ombudsmanlikê de gotarek pêşkêş kir û got, giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê “ne meşrû ye.”

Recep Tayyip Erdogan wiha got: "Heke ku li kêleka sînorê me, 350 kîlomêtre, krîzeke nû û qada pevçûnê çêbe, bila kes li bendê nebe ku em dê jê re dengê xwe nekin. Di vê mijarê de helwesta me eşkere ye. Ligel vê giştpirsiyê ku li dijî hiqûqa Iraqê ye jî tê kirin, encama wê çi dibe bila bibe, em qebûl dikin û dibêjin ku ne meşrû ye."

Bi gotina Erdogan, “hewldana komekê ya ji bo kontrolkirina vê herêmê dê xeberên şer û pevçûnên nû yên dûr dirêj, êşên nû, zilmên nû û qirqirinên nû yên li wir biqewimin bi xwe re bîne.”

Erdogan amaje bi wê yekê kir ku ew weke Tirkiye li hemberî Herêma Kurdistanê ji hêla siyasî ve, ji hêla aborî ve, ji hêla bazirganî ve, ji hêla ewlehiyê ve gavan diavêjin û dê biavêjin jî û wiaha axivî:

“Sedema wê yekê heye ku hêzên çekdarî li Silopiyayê ev gav avêtine. Niha Îran jî bi heman awayî ye. Niha hêzên me yên hewayî jî li ser sînor bi tenê ji bo derbasî alî Iraqê bibin destûr heye, di nav heftê de emê tewdîrên din ên hewce dikin jî eşkere bikin û ew gav jî wê bên avêtin. Ketin û derketin jî wê bên girtin. Tewdîrên me yên cihê jî hene, ew jî cihê. Emê wan jî têxin rewacê û tevlî vana hemûyan ka Rêveberiya Herêmî ya Iraqa Bakur dê petrolê bi kîjan rêyê, bi ku da bibe û bifiroşe kê. Vane di destê me da ye. Dema em vanayê bigirin ew kar jî diqede."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1245 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:27:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x