Girtiyên Kurd ên salên 90î yek bi yek têne berdan

Girtiyekî Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê, piştî 32 salan ji girtîgehê derket û bi malbata xwe û dostên xwe şa bû.

25.11.2023, Cts - 19:32

Girtiyên Kurd ên salên 90î yek bi yek têne berdan
Nuçe Belav bike

Girtiyê Kurd Nesîm Kalkan, xelkê Cizîra Botanê ye û di 19 saliya xwe de hatibû girtin, cezayê heta hetayî wergirtibû. Ew piştî 32 salan hat berdan û vegeriya nav malbata xwe.

Girtiyê Kurd Nesîm Kalkanê ku berî 32 salan ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Tirkiyeyê ve cezayê heta hetayê lê hatibû birîn hat pêşwazîkirin.

Ew dema ku hatiye girtin hevjîna wî ducanî bûye û piştî 32 salan li Cizîra Botanê ya Bakurê Kurdistanê bi keç û hevjîna xwe re govendê digerîne.

Nesîm Kalkanê ku 19 salî hatibû girtin û niha 51 salî ye dibêje wî ji bo gelê xwe berdêl daye.

Bi sedan girtiyên Kurd hene ku salên 90î bi “hinceta hewla parçekirina dewletê” cezayê heta hetayê li wan hatiye birîn û piştî ku 30 salan di girtîgehê de dimînin têne berdan.

Girtiyekî din Ferhan Ay jî dibêje gelê me hêjayî her tiştî ye ku mirov ji bo wan bike.

Rêveberiyên girtîgehan astengiyan derdixin

Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Amedê ji Rûdawê re ragihand ku hejmara wan girtiyan bi zelalî ne diyar e û rêveberiyên girtîgehan bi hincetên cuda azadkirina wan girtiyan asteng dikin û dereng dixin.

Herwiha di girtîgehan de bi sedan girtiyên nexweş hene ku tevî zextên navxweyî û navdewletî jî nayên berdan.

Li gorî amarên Konseya Ewropayê, li ser asta Ewropayê girtîgehên herî qelebalix ên Tirkiyeyê ne û Tirkiye di hejmara girtiyan de yekemîn e.

Li gorî amarên Komeleya Mafên Mirovan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nav de yên jin û zarokan bi tevahî 407 girtîgeh hene ku kapasîteya wan 296 hezar û 202 kes in.

Lê 360 hezar û 722 girtî hene ku ji kapasîteyê zêdetir 64 hezar û 520 girtî hene.

Di girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de 343 hezar û 694 girtiyên mêr, 14 hezar û 848 girtiyên jin û 2 hezar û 180 girtiyên zarok hene.

Temenê 231 hezar û 881 girtiyan di navbera 18 û 40 salî de ye ku dike ji sedî 65ê tevahiya girtiyan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 385 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:14:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x