Gotinên parlamenterê berê yê HDPê bû sedema nîqaşan

Parlamenterê Berê yê HDPê Sirri Sakik gotibû ku li gel Kiliçdaroglu hinek tişt hatine axaftin û di dema bê de ew dê efûya giştî Ocalan jî di nav de bixin rojevê. Ev gotinên wî di nava rojeva Tirkiyê de bo sedema karvedanên tûnd.

07.04.2023, Cum - 08:57

Gotinên parlamenterê berê yê HDPê bû sedema nîqaşan
Nuçe Belav bike

Parlamenterê Berê yê HDPê Sirri Sakik dibêje "Kiliçdaroglu divê tiştên ku li pişt deriyan hatine nîqaşkirin eşkere bike. Bi civakê re bên parvekirin. Di dema bê de em dê efûya giştî bixin rojevê. Ocalan jî di nav de divê ji bo hemû kesan azadî hebe. Divê paşvegerandin destpê bike. Ji zîndanê, ji Ewropa ji her derê."

Ev gotinên parlamenterê berê yê HDPê Sirri Sakik ku îdîa dike ligel Kiliçdaroglu hinek tişt hatine axaftin bû sedema karvedanan.

Serokê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Mustafa Destici li ser van gotinên Sakik nerazîbûn nîşan da û ji Kiliçdaroglu daxwaz kir ku bersiva wan îdîayan bide.

Serokê BBPê Mustafa Destici diyar kir "Sakik dibêje dê piştî hilbijartinan efûya giştî bê derxistin ku Serokê PKKê Ocalan jî di nav de ye. Herwiha ji Kiliçdaroglu daxwaz dike ku sozên hatine dayîn eşkere bike. Çawa Kiliçdaroglu bersiva Muharrem Înce da, divê bersiva Sirri Sakik jî bide. Em li benda bersiva Kiliçdaroglu ne. Wate ev hilbijartin tenê ne ya partiyên siyasî ye."

Ligel vê karvedanê Serokwekîlê Grupa HDPê Saruhan Oluç derbarê mijarê de amaje bi wê yekê daku derveyê daxuyaniyên rêveberên partiyê hemû îdîa bê bingeh in.

Serokwekîlê Grupa HDPê Saruhan Oluç got "Beriya ku îdîayên bi vî awayî bên nirxandin divê li daxuyaniyên rêveberên partiyê bên nêrîn. Kesên dikarin daxûyaniyên ku partiyê girêbide ji raya giştî re bidin Hevserok in, berdevkên, serokwekîlê grupa partiyê ye û berdevka rêxistina jinan e. Daxûyaniyên partiyê ji aliyê wan kesan ve tên dayîn. Derveyî vê yekê daxûyaniyên din bê bingehin."

Ev nîqaş di demekê de ye ku piştgiriya dengên Kurdan ji bo berbijêrên serokkomariyê diyarker in û ji ber vê yekê jî piştî hevdîtina Kiliçdaroglu û Hevserokên HDPê îdîayên ku sozên veşartî bo HDPê hatine dayîn berdewam in.

Desthilata AKP û MHPê propagandeya xwe ya hilbijartinên 14ê Gulanê li ser vê yekê dike ku PKK piştgiriyê dide berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu û ev jî bo Tirkiyê metirsîdar e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 396 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:34:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x