HDPê derbarê operasyonên îro de: Dizîna sindoqan û îradeya gel e

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê operasyona ku 110 siyasetmedar, rojnamevan, hunermend û parêzer hatin desteserkirin de dibêje: “Ev operasyona dizîna sindoqan û îradeya gel e.”

25.04.2023, Sal - 12:19

HDPê derbarê operasyonên îro de: Dizîna sindoqan û îradeya gel e
Nuçe Belav bike

Li 21 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, îro 25ê Nîsana 2023an polîsan bi ser gelek malan de girtin û 110 siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û hunermend desteser kirin.

HDPê di peyameke nivîskî belav kir û got:

“Desthilata AKP-MHPê ji ber tirs û xofê êrîşî partiya me, rêxistinên civaka sivîl, dînamîkên civakî û opozîsyonê dike. Demjimêrên sibehê navenda wê Amed li 21 bajaran bi destê darazê di nav de Cîgira Hevseroka me Ozlem Gunduz, Endamê Rêveberiya me Mahfuz Guleryuz, endamên me, rojnamevan, hiqûqnas û hunermend zêdetir ji 100 kesan hatin desteserkirin.

Em jî û civak jî sedema vê êrîşa desthilata AKPê ku bi destê darazê dike baş dizanin. Desthilata ku ji sala 2015an bi darbeyên siyasî, komkujî, propagandaya reş, rêbazên şerê taybet, gef, şantaj û hemû êrîşan dixwaze temenê xwe dirêj bike, bi desteserkirinê vê sibehê bo hilbijartinên 14ê Gulanê pêvajoya darbeyê daye destpêkirin. Ev operasyon li dijî civak û bijardeya wê ya siyasî gef û çavtirsandineke eşkere ye. Gelê me û aliyên civakê yên ku gef li îradeya wan tê xwarin dê sindoqan de bersiveke bihêz bidin. AKP nikare bi operasyona ku navenda wê Amed e, dîrokê berovajî bike. Berovajî wê dê bi îradeya gel a navenda wê Amedê ji qada siyasî bê paqijkirin ku careke din nikaribe veger.”

HDPê herwiha bang li hemû aliyan kir, ku li dijî êrîşan helwestê werbigrin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 356 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:35:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x