HUDA PAR: Em di hilbijartinên serokomariyê de piştgiriya Erdogan dikin

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu, HUDA PAR di hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê de piştgiriya Recep Tayyip Erdogan dike.

11.03.2023, Cts - 14:03

HUDA PAR: Em di hilbijartinên serokomariyê de piştgiriya Erdogan dikin
Nuçe Belav bike

Partiya Doza Azad (HUDA PAR) biryar da di hilbijartinên 14 Gulanê de piştgiriya Recep Tayyîp Erdogan bikin û tekez dike ku roja Duşemê dê şandeke AK Partiyê serdana wan bike.

Îro lijneya Îdarî ya Giştî ya Partiya Doza Azad (HUDA PAR) li bajarê Diyarbekirê civiya û piştî civînê Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di bersiva pirseke nûçegihanê Kurdistan 24ê de ragihand, wan biryar daye di hilbijartinan de piştevaniya Erdogan bikin.

Di derbarê alîkariyên Herêma Kurdistanê û DeXgeha xêrxwazî ya Barzanî bo ziyandîtiyên erdhejê de, Serokê Giştî yê HUDA PARê, Zekeriya Yapicioglu ragihand: “Me alîkariyên Herêma Kurdistanê dîtin, em careke din wan spas dikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 399 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:35:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x