Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê îro li ser encamdana giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê daxuyaniyek da û ragihand ew encamên giştpirsiyê nas nakin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê de wiha hat gotin: “Giştpirsiya ku îro li Herêma Kurd a Iraqê tê kirin di hukmê tune de ye. Him ji aliyê hiqûqa navneteweyî him jî ji aliyê qanûna bingehîn a Iraqê, bingeha wê ya hiqûqî nîne û em vê tevgera nemeşrû nas nakin."
Li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê îro 25-09-2017, ji bo giştpirsiya serxwebûnê diçin ser sindoqan.