Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro dicive

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro Duşemê demjimêr 2yê piştî nîvro bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive.

22.08.2022, Pts - 10:43

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro dicive
Nuçe Belav bike

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê, îro 22 Tebaxa 2022an civîna xwe saz dike. Di rojeva kabîneyê de şerê Rûsya û Ukraynayê û veguhestina dexlûdanê Ukraynayê bo bazarên cîhanê, rewşa aboriya Tirkiyê û şerê li dijî “terorê” heye.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, dê geşedanên siyaseta navxwe û derve jî di rojeva kabîneya hikûmeta Tirkiyê de bin. Di vê çarçoveyê de, Erdogan dê ji endamên kabîneya xwe re behsa naveroka hevdîtinên xwe yên bi Putin û Zelensky re bike û asayîkirina peywendiyên ligel Îsraîlê jî dê bêne nirxandin.

Di mijara aboriyê de jî dê rêgirîkirina li zêdebûna bihayên kelûpelan, bilindbûna enflasyonê û projeya çêkirina xaniyên civakî bên gotûbûjkirin.

Biryarên di kabîneyê de bên wergirtin, dê piştî civînê ji aliyê Erdogan ve bo raya giştî ya Tirkiyê bên eşkerekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 338 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:22:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x