Lavrov û Çavuşoglu mijara Rojavayê Kurdistanê gotubêj kirin

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu li Enqereyê civiyan û yek ji mijarên sereke yên gotûbêjan Rojavayê Kurdistanê bûye.

08.06.2022, Çar - 11:35

Lavrov û Çavuşoglu mijara Rojavayê Kurdistanê gotubêj kirin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu piştî hevdîtina li Kuliyeya Serokomariyê ya li Enqerê civîneke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin û tê de herdu aliyan behsa naveroka hevdîtinê kirin.

Mevlut Çavuşoglu amaje bi wê yekê kir ku wî bi hevtayê xwe Lavrov re ji bilî peywendiyên dualî, behsa rewşa Sûriyê Rojavayê Kurdistanê kirine û got: “Me parastina yekîtiya axa Sûriyê gotûbêj kir û me tekez kir ku divê rê bi wan rêxistinan neyê dan ku dixwazin Sûriyê parçe bikin. Li bakurê Sûriyê gefeke PKKê li dijî me heye, em vê qebûl nakin û em dê tedbîrên xwe werbigrin.”

Çavuşoglu wiha axivî: “Take rê, çareseriya siyasî ye. Wate civîna opozisyon û opozisyona nerm ligel rejîmê, bêguman behsa terorîstan nakim, take rê ew e ku ew sê alî danûstandinê li ser siberoja Sûriyê bikin. Em dibêjin piştgiriya proseyeke wiha dikin û piştîvaniya serweriya sînor û axa Sûriyê dikin. Herwiha divê welat ji rêxsitinên terorîst bê paqijkirin ku bo ser yekparçeyiya axa Sûriyê gef in û êrîşên xwe jî bo ser Tirkiyê zêde kirine. Wate nabe Kurdên Sûriyê û PKK/YPG wek hev bên temaşekirin. Mixabin ku ew rêxistinên terorîst ji aliyê Amerîka û çendîn welatên din ve piştîvaniya wan tê kirin. Sedema dijberbûna me jî li beramber daxwaza endambûna Swêd û Finlandayê her ji ber vê yekê ye.”

Ji aliyê din ve Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov anî ziman ku Amerîka li Rojavayê Kurdistanê li “bi awayekî nemeşrû piştevaniyê dide” Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD).

Lavrov herwiha destnîşan kir ku "Di mijara gefên ku li ser sînor ji ber hêzên dervayî çêdibin de, em di mijara hesasiyetên dostên xwe yên Tirk de baldar in."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 448 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:25:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x