Li 32 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê saetên dengdanê guherîn

Bi biryara Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê, li 32 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, seatên dengdanê yên hilbijartinên şaredariyên 31ê Adarê hatin guhertin.

20.12.2023, Çar - 12:18

Li 32 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê saetên dengdanê guherîn
Nuçe Belav bike

Biryarên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê yên têkildarî hilbijartinên şaredariyan ên di 31ê Adara 2024an de di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.

Li gorî biryara nû, li 32 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê saetên destpêk û bidawîbûna pêvajoya dengdanê wekî 07:00-16.00an hatin guhertin.

Bajarên pêvajoya dengdanê dê saet 07:00an dest pê bike û saet 16:00an bidawî bibe ev in:

Semsûr, Agirî, Çewlîk, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzingan, Erzirom, Dîlok, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Sêwaz, Wan, , Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê.

Artvîn, Gîresûn, Gumuşhane, Ordu, Rize, Trabzon û Bayburt ên Tirkiyeyê.

Li parêzgehên din jî dê pêvajoya dengdanê dê 08:00 dest pê bike û 17:00an bi dawî bibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 150 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:42:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x