Li Hatayê teqîn: Mirî û birîndar hene

Li navçeya Skenderûnê ya parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê teqînek çêbû. Kesek mir, 3 kes birîndar in.

15.09.2023, Cum - 06:14

Li Hatayê teqîn: Mirî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Teqînê di kargeha hesin û pola de rû da.

Ji ber teqîna di kargehê de karkerek mir û 3 karker birîndar bûn.

Li Herêma Pîşesaziya Organîzeyê ya Skenderûnê di beşa qazanê ya kargeha hesin û pola de teqîn çêbû.

Heta niha jî sedema teqînê ne diyar e.

Ji ber teqînê 4 karkerên di fabrîqeyê de dixebitîn birîndar bûn.

Li ser îxbarê polîs, tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemirandinê çûn cihê teqînê.

Tîmên tenduristiyê piştî midaxeleya ewil birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyolê.

Karkerekî birîndar li nexweşxaneyê mir.

Tedawiya 3 karkeran jî didome.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 928 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:52:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x