Li Desteya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat daxuyandin ku mafê parlamenteriyê ji Hevseroka Giştî ya HDPê Figen Yuksekdag hatiye stendin. Ji hinceta biryarê jî sizaya girtîgehê ya ku ji bo Yuksekdag hatiye teqezkirin, hat nişandan.
Gava ku biryar li Desteya Giştî ya Parlamentoyê hat xwendin, parlamenterên HDPê îtiraz kir û li ser vê yekê Serokwekîla Parlamentoya Tirkiyeyê Ayşenur Bahçekapili navbera da danişînê.