Qedexeyên hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hatin belavkirin: Firotina alkolê qedexe ye

Saziya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê îro, çend biryarên taybet bi qedexeyên hilbijartina şaredariyan ku biryar e 31ê Adara 2024an bê kirin, di Rojnameya Fermî de belav kirin.

21.12.2023, Per - 06:57

Qedexeyên hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hatin belavkirin: Firotina alkolê qedexe ye
Nuçe Belav bike

Li gorî wan biryarên ku Saziya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê belav kirine, roja 31ê Adara 2024an ji demjimêr 06:00ê sere sibehê heta 11:59ê şevê firotina alkolê û vexwarina wê li cihên giştî bi hemû awayekî qedexe ye.

Herwiha ji xeynî hêzên ewlehiyê rahiştin an hilgirtina çek, kêr û tiştên zererê bighînin qedexe ye.

Roja hilbijartinê, kafeyên xwendinê, kafeyên internetê, navendên leyistik û demderbaskirinê dive girtî bin.

Ew cih eger xwarin li wan hebe, tenê di dema cemên xwarinê de dikarin vekin.

Şahiyên zewacê piştî demjimêr 18:00ê tên kirin

Herwiha şahiyên zewacê piştî demjimêr 06:00ê êvara wê rojê tên kirin û berî wê qedexe ye.

Roja hilbijartinê saziyên ragihandinê nikarin berî dema ragihandina encaman, hejmar û nerîna xwe derbarê encaman de belav bikin.

Ev di demekê de ye qedexeya ragihandinê demjimêr 21:00ê şevê tê rakirin û piştre saziyên medyayê dikarin encaman belav bikin.

Her li gorî biryareke din a Saziya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê, 10 roj berî hilbijartinê nabe ti rapirsî û programeke din a dengdanê bê kirin û belavkirin.

Hilbijartina şaredariyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê roja 31ê Adara 2024an tê kirin.

Di hilbijartina pêştir a şaredariyên Tirkiyeyê de ku sala 2019an hat kirin, AK Partiyê ji sedî 44.33 û CHPê ji sedî 30.12ê dengan bi dest xistin.

Di wê hilbijartinê de HDPyê (DEM Partî) bi awayekî nerasterast piştgirî da CHPyê ku bi wê piştgiriyê AK Partiyê şaredariyên Stenbol, Enqere, Edene, Mêrsîn, Antalya, Kirşehîr, Artvîn, Erdexan, Bolu û çend cihên din ji dest dan.

Lê bo vê hilbijartinê DEM Partiyê biryar daye ti rêkeftineke veşartî û ne şefaf neke, eger hevpeymanî bê kirin divê vekirî û eşkere be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 134 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:57:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x