Rêvebirê Girtîgehan: Pirtûk û nameyên Kurdî ne qedexe ne

Rêvebirê Giştî yê Girtîgehên Tirkiyeyê Enis Yavuz Yildirim ragihand ku li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pirtûk û nameyên Kurdî ne qedexe ne.

01.02.2024, Per - 12:00

Rêvebirê Girtîgehan: Pirtûk û nameyên Kurdî ne qedexe ne
Nuçe Belav bike

Komîsyona Jêr a Lêkolîna Mafên Girtiyan a Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Parlamentoya Tirkiyeyê doh civiya.

Di civînê de raporên girtîgehên Amed, Mêrdîn, Midyad û Sîncanê hatin nirxandin.

Hinek parlamenterên endamê komîsyonê di civînê de “pirsgirêkên li girtîgehan û daxwazên girtiyan anîn ziman.”

Parlamentera behsa qedexeyên li ser pirtûk û nameyên Kurdî kir.

Rêvebirê Giştî yê Girtîgehên Tirkiyeyê Enis Yavuz Yildirim bersiv da û got:

“Li girtîgehan pirtûkên Kurdî hene û ne qedexe ne. Rêkarên pirtûkên Kurdî jî weke yên din in.”

Yildirim derbarê dereng şandina nameyên Kurdî jî got, ji ber ku wergera wan tê kirin dereng tê şandin û nameyên Kurdî bi taybetî nayên derengxistin.

Ji aliyê din ve Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Parlamentoya Tirkiyeyê serlêdana 46 parlamenterên DEM Partiyê ya ji bo lêkolîna li Girtîgeha Îmraliyê red kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 332 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:08:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x