Serdana Erdogan a Amerîkayê hat bipaşxistin: Sedem çi ye?

Serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Amerîkayê hat bipaşxistin.

27.04.2024, Cts - 09:52

Serdana Erdogan a Amerîkayê hat bipaşxistin: Sedem çi ye?
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê 9ê Gulanê biçûya Amerîkayê û bi Serokê Amerîkayê Joe Biden û çend berpirsên wî welatî re biciviya.

Bloombergê ragihand ku serdana Erdogan hatiye bipaşxistin ku ev zanyarî jî ji berpirsekî Tirkiyeyê wergirtiye.

Piştî nûçeya Bloombergê ajansa Reutersê jî ragihand ku wan ev zanyarî piştrast kiriye û got:

“Berpirsekî Tirkiyeyê got ku hevdîtina Erdogan a ligel Biden a 9ê Gulanê ya li Koşka Spî hatibû plankirin hat bipaşxistin.”

Li gorî Reutersê serdan ji ber guherînên di bernameya Erdogan de hatiye bipaşxistin û dê di demeke kurt de dîroka nû ya serdanê were eşkerekirin.

Serdana Erdogan a 9ê Gulanê ya Amerîkayê û civîna wî ya ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden cara yekem ji aliyê berpirsên Tirkiyeyê ve piştî pesendkirina endamtiya NATOyê ya Swêdê hatibû ragihandin.

Washingtonê ev serdan piştrast nekiribû.

Şeva 25ê Nîsana 2024an Koordînatorê Ragihandinê yê Konseya Ewlehiya Niştimanî ya Amerîkayê dema ku ligel Biden diçû New Yorkê di balafirê de derbarê pirseke li ser serdana Erdogan de gotibû:

“Derbarê serdanê de tiştekî plankirî nîne.”

Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê Jeff Flake jî li Stenbolê da zanîn ku amadekariyên serdana Erdogan a Amerîkayê û hevdîtina bi Biden re berdewam in.

 

Vî nûçeyê tevayî: 204 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:22:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x