Serokê HAK-PARê bang li Kurdan kir: Ji bo serokkomariyê dengên vala bavêjin!

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan bang li Kurdan kir û got, “Ji bo serokkomariyê dengên vala bavêjin, piştgiriya kesî nekin.”

28.04.2023, Cum - 05:48

Serokê HAK-PARê bang li Kurdan kir: Ji bo serokkomariyê dengên vala bavêjin!
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan roja borî Pêncşemê 27ê Nîsana 2023an beriya hilbijartinên 14ê Gulanê ji bo civîna bi aliyên siyasî re hat Herêma Kurdistanê û bû mêvanê bultena Rûdawê.

Duzgun Kaplan diyar kir ku ew ê di çarçoveya hevdîtinên xwe de serdana Serok Mesûd Barzanî jî bikin û xebatên hilbijartinê yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi pêş ve diçe.

Kaplan anî ziman ku li Tirkiyê nûnertiya Kurdan nîne û got, “Meriv dikare bibe parlamenter, partiya xwe bibe parlamentoyê lê temsîliyeteke Kurdan ava nebûye. Ev temsîliyet jî mafê Kurdan ê rewa ye, Kurd jî miletek e. Divê miletên din çi mafên wan hebin ên Kurdan jî hebin. Em dixwazin ev rê vebe.”

“Em HDPê wek nûnerê Kurdan nabînin”

Duzgun Kaplan da zanîn ku ew HDPê wekî nûnerê Kurdan nabînin û got, “Em HDPê wek nûnerê Kurdan nabînin. HDP jî dibêje em partiya Tirkiyê ne. AK Partî jî dengên 7 milyon Kurdan distîne lê em nikarin bibêjin ku AK Partî nûnerê Kurdan e.”

“Em dikarin bi şêwazeke federalî Pirsa Kurd çareser bikin”

Denge di derbarê cudahiya partiya wan a ji partiyên din de nirxandinan kir û got, “Em dibêjin Kurd miletek e û em ji Kurdan re statûyê dixwazin. Em nabêjin bila Tirkiye perçe bibe, em dikarin bi şêwazeke federalî Pirsa Kurd çareser bikin. Ji ber ku Pirsa Kurd pirsgirêkeke navneteweyî ye û ji bo Tirkiyê jî girîng e.”

Kaplan diyar kir, “Dem dema guhertinê ye, pêwîstiya Kurdistanê bi siyaseteke nû heye.” û anî ziman, “Di sîstema federaliya ku em diparêzin de, Kurd û Tirk dikarin wekhev bijîn. Li Kurdistanê parlamentoyeke federal hebe. Mînaka Herêma Kurdistanê ji bo me mînakeke gelekî baş e.”

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku ew ne şerxwaz in, siyaseteke aştiyane û demokrat dimeşînin û anî ziman, “Em dibêjin li Tirkiyê û Kurdistanê ne hewceyî şer e. Kurdistan serûbin dibe, xortên Kurdan tên kuştin lê ev tenê Kurdan aciz nake, Tirk jî zirarê dibînin. Zarokên Tirkan jî dimirin, heger Pirsa Kurd çareser bibe dê Tirkiye jî pêş bikeve.”

“3 trîlyon dolar ji bo şer xerc kirine”

Duzgun Kaplan got, “45 sal in şer li Kurdistanê heye û ji bo şer 3 trîlyon dolar xerc kirine. Heger Pirsa Kurd tuneba, bi şiklekî aqilane çareser bibûya, bi vî 3 trîlyon dolarî dikaribûn Tirkiyê 4-5 caran ji nû ve ava bikirana. Ez di wê baweriyê de me ku heger siyasetmedarên Tirk siyaseteke aştiyane û aqilane bimeşînin, wê gelê Tirk jî pergala ku em diparêzin qebûl bikin.”

“Dengên me ji sindoqan derneketin”

Kaplan behsa hilbijartinên 2015an jî kir û got, “Di hilbijartinên 2015an de me derdora 110 hezar deng standin. Deng dan me lê dengên me ji sindoqan derneketin ji ber parastina xirab a sindoqan, lewma nehatin hejmartin. Endamên me têra parastina hemû sindoqan nakin. Dewlata ku dibêje 'ez demokrat im' divê sindoqan biparêze.

Piştî xendekan dengên bertek hatin dayîn. Em dengên kesên ku him ji AK Partiyê him jî ji HDPê aciz in dixwazin û li ser wan dixebitin. Her wiha divê yên ku mafên Kurdan yên rewa dixwazin jî piştgiriya me bikin.”

“HAKPAR partiyeke Kurdistanî ye”

Kaplan anî ziman, “Me li 81 parêzgehan 600 berbijêr destnîşan kirin. HAKPAR partiyeke Kurdistanî ye û ferqa wê zelal e. Em dixwazin ji her cihî dengan werbigirin ji ber ku Kurd li hemû bajarên Tirkiyê û Kurdistanê hene, em dixwazin li her derê dengan bigirin. Em daxwaza dengê her kesê ku çareseriya federal û aştiyane ya Pirsa Kurd dixwaze, dikin.”

Kaplan li ser hilbijartinên serokkomariyê jî got, “Divê Kurd vê carê di hilbijartinên serokomariyê de xeletiyan nekin. Derdê wan ne demokrasî ye, ne çareseriya Pirsa Kurd e, di bernameya wan de nîne. Birêz Erdogan dibêje, min Pirsa Kurd çareser kiriye. Ev rast e? Na. Dibêje min TRT Kurdî ava kiriye û li zanîngehan beşên Kurdî vekirine. Pirsa Kurd pirseke neteweyî ye. Birêz Erdogan rast nabêje. Em mecbûr in piştgiriya Erdogan bikin? Na.

Li welatên modern û demokratîk muxalefet hêvî ye. Hûn li muxalefetê dinêrin, Birêz Kiliçdaroglu dibêje, ez ê sonda Tirkan bînim, sonda Tirkan a faşîst. Ev ne siyaset e, ji bo hilbijartinê 2000 belavok amade kirine di nav wan de yek peyvek jî li ser meseleya Kurd û Elewî û demokrasiyê nîne.”

“Ji bo serokkomariyê dengên vala bavêjin”

Kaplan bang li Kurdan kir û got, “Em bang li gelê Kurd dikin ku biçin ser sindoqan, ev hilbijartinan bi rastî jî girîng in. Bila gelê Kurd biçe ser sindoqan û dengê xwe bide dengê Kurdan. Dengê Kurdan jî HAKPAR e. Dengê xwe bidin HAKPARê, ji bo serokkomariyê jî dengên vala bavêjin, piştgiriya kesî nekin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 394 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:28:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x