Suleyman Soylu di merasîma destpêka kursa namzedên qaymiqamiyê de axivî û ji ber piştgiriya çekan bo YPGê, bertek li Amerîkayê nîşan da û got:
“Bila kes li qisûrê nenêre. Piştgiriya bo PKKê ji aliyê din ê cîhanê nayê, ji cihekî Tirkiye yan jî em nizanin nayê.
Terorîstên ku em bi bultena sor li wan digerin, narin ji Koreya Başûr mafê niştecihiyê wernagirin. Japon çekan nade PYDê ya ku rewşa makyajkirî ya PKKê ye. Ji ber vê, li holê bikaranîna tercîhên xelet heye.”
Herwiha Soylu diyar kir, ku ew dizanin kîjan dewlet hewl didin bi Qendîlê re têkevin têkiliyê û got: “Çekên ku em di nav welatê xwe de zeft dikin, em gelek baş dizanin ji kîjan çavkaniyê dikevin Tirkiyê. Hûn bizanin ku em bi agahdariya van hemû tiştan, tedbîrên xwe werdigrin.”