Tirkiye kerwanek leşkerî ya din sewqî ser sînorê Kilisê kir

Hate ragihandin ku Artêşa Tirkiyeyê kerwaneke din a leşkerî sewqî ser sînorê bajarê Kilisê û Ezazê kiriye.

04.03.2017, Cts - 08:32

Tirkiye kerwanek leşkerî ya din sewqî ser sînorê Kilisê kir
Nuçe Belav bike

Artêşa Tirkiyeyê kerwaneke din ku ji kamyonên barhilgirên tank, wesayîtên zirxî û leşker şande ser sînorê Sûriyê û li pêşberî navçeya Ezaza Helebê bicîh kir.

Hat diyarkirin ku dê ev kerwan ku ji kamyonên barhilgirên tank, wesayîtên zirxî û leşker îro ji navçeya Elbeyliya Kilîsê derbasî Ezazê bibe.

Ji aliyekî din ve hate eşkerekirin ku duh êvarê hêzên Artêşa Tirkiyeyê û komên ku pitşgiriya wan dike ji Ezazê ve baregahên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên li derdora Tirfad û Şêx Îsa yên girêdayî Efrînê topbaran kirine.

Hate gotin di encama topbaranê de ziyan gihiştiye hin mal û zeviyên welatiyên wan herdu gundan.

sputnık
Vî nûçeyê tevayî: 1375 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:17:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x