Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser Qada Gazê ya Kormorê daxuyanî da

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser êrişa Qada Gazê ya Kormorê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku kompanyayên Tirkiyeyê jî li herêmê kar dikin.

29.04.2024, Pts - 09:43

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser Qada Gazê ya Kormorê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Tirkiyeyê Oncu Keçelî îşev li ser hesabê xwe yê Xê derbarê êrişa li Qada Gazê ya Kormorê ya Çemçemalê peyamek belav kir.

Oncu Keçelî da zanîn ku kompanya û welatiyên Tirkiyeyê jî li Qada Gazê ya Kormorê ya girêdayî Silêmaniyê kar dikin.

Di berdewamiyê jî de Oncu Keçelî amaje bi wê yekê kir ku piştî welatiyên wan daxwaza derketinê kiriye Konsulxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê jî dest bi alîkariya welatiyên xwe kiriye.

Oncu Keçelî diyar kir ku roja înê li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê pirsgirêkên ewlehiyê derketine û niha li herêmê rewş aram bûye.

Qada Gazê ya Kormorê roja înê danê êvarê bû armanca êrişa dronan.

Qaymeqamê Çemçemalê Remik Remezan ji Rûdawê re ragihand ku êriş bi dronên bombebarkirî hatiye encamdan û 3 kes hatine kuştin.

Qada Gazê ya Kormorê li nahiya Qadir Keremê ya navçeya Çemçemalê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, pêşvebirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.

Salên 2022 û 2023yan jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.

Vî nûçeyê tevayî: 129 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:33:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x