Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê li Tirkiyeyê ye

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê derengî şeva borî gihîşte Enqereya paytexta Tirkiyeyê.

06.11.2023, Pts - 07:59

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê li Tirkiyeyê ye
Nuçe Belav bike

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken dê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re bicive.

Di rojeva her du wezîran de şerê Xezeyê û rewşa navçeyê heye.

Li gorî medyaya fermî ya Tirkiyeyê, balafira Antony Blinken û şandeya pê re şevê borî demjimêr 23:58an gihîşte Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê.

Blinken li Balafirgeha Enqereyê ji aliyê Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Jeffry Flake, Cîgirê Parêzgarê Enqereyê Namik Kemal Nazli û gelek berpirsan ve hat pêşwazîkirin.

Civînên Blinken û Fidan dê îro dest pê bikin.

Tê çaverêkirin ku di civînan de, şerê Îsraîl û Hemasê, mijarên herêmî û pêwendiyên dualî yên Amerîka û Tirkiyeyê bên gotûbêjkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken berî ku biçe Tirkiyeyê, li Bexdayê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya û wan şerê Xezeyê û pêşhatên li navçeyê nirxand.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 328 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:48:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x