Amedsporê tesîsên xwe ji mexdûrên erdhejê re vekir

Piştî erdhejên li Mereşê, ku bandor li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bû, Amedsporê hemû derfetên xwe pêşkêşî mexdûrên erdhejê kir û deriyên tesîsên xwe jî ji mexdûrên erdhejê re vekirin.

15 Sibat 2023 - 09:23
15 Sibat 2023 - 09:23
 0
Amedsporê tesîsên xwe ji mexdûrên erdhejê re vekir

Roja Duşemê 6ê Sibatê erdhejeke mezin bi pileya 7.7 pileyê rîxter ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê li Bakurê Kurdistanê bû, Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê hejand. Di heman rojê danê nîvro de erdhejeke din bi hêza 7.6 pileyê Rîxer navçeya Elbistan a Mereşê hejand.

Erdhejê bandor li Mereş, Dîlok, Riha, Semsûr, Meletî, Hatay, Osmaniye, Xarpêt, Edene û Amedê jî kir û bûye sedema wêraniyeke mezin û mirina bi sedan kesan û birîndarbûna bi hezaran kesên din.

Piştî erdhejê yekser tîma Amedsporê ragihand ku tesîsên wê ji mexdûrên erdhejê re vekirine.

Li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Amedspor dibêje: “Ji bo gelê me yê li derve mane şorba me ya germ li Tesîsên Şehmus Ozer ên Amedsporê amade ye. Em amade ne pêşwaziyê li hemû gelê xwe bikin.”

Rêvebir û alîgirên Amedsporê bi vekirina stargehên pêbawer ji bo kesên hewcedar li Yarîgeha Tahîr Elçî 24 saetan bênavber xizmet dikin.

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Pervin Buldan îro li Amedê bûn û serdana ziyandîtiyên erdhejê yên li tesîsê Amedsporê kir ku her ji destpêkê ve navenda xwe ji bo ziyandîtiyên erdhejê terxan kiribûn.

Ev nûçe bi tevahî 500 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:06:15