Amerîkayê hêzeke nû şand Rojavayê Kurdistanê

Artêşa Amerîkayê karwaneke hêza leşkerî û lojîstîk ku ji nêzîkî 40 wesayîtan pêk tê ji Iraqê şand baregeh û xalên leşkerî yên li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye.

13 Hezîran 2023 - 03:52
13 Hezîran 2023 - 03:52
 0
Amerîkayê hêzeke nû şand Rojavayê Kurdistanê

Li gorî çavkaniyên herêmî karwana hêzên Amerîkî duh ji Deriyê Sînorî yê El-Welîd ê li ser sînorê Iraqê û Sûriyê derbasî Hesekê bû.

Karwana Amerîkî ku ji nêzîkî 40 wesayîtên zirxî, tankerên sotemeniyê û cebilxaneyan pêk dihat gihiştine baregeh û xalên leşkerî yên hêzên Amerîkî yê li Rimêlan, Şeddadî û Til Beyderê.

Hêzên Amerîkî li gelek baregeh û xalên leşkerî yên li Hesekê, Reqa û Dêre Zorê yên di bin kontrola HSDê de ne hebûna xwe berdewam dikin.

Washington bi berdewamî hêzê dişîne baregeh û xalên leşkerî yên li zeviyên petrolê yên ku di bin kontrola HSDê de ne.

Ev nûçe bi tevahî 540 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:24:46