Artêşa Amerîkayê: Hêzên me 3 dron li Iraqê xistin xwarê

Artêşa Amerîkayê radigihîne, hêzên wan di 24 demjimêrên borî de, 3 dron li Iraqê xistine xwarê.

19 Cotmeh 2023 - 05:18
19 Cotmeh 2023 - 05:18
 0
Artêşa Amerîkayê: Hêzên me 3 dron li Iraqê xistin xwarê

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) şeva borî di daxuyaniyekê de piştrast kir ku 3 dron li Iraqê hatine xistin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, hêzên Amerîkî du dron li rojavayê Iraqê xistine xwarê û çend leşkerên hevpeymaniyê sivik birîndar bûne.

Herwiha da zanîn jî, hêzên Amerîkî droneke din li bakurê Iraqê xistin xwarê, lê di encamê de ti ziyanên canî çênebûn.

Artêşa Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand, ew ji nêzîk ve rewşa Iraq û navçeyê dişopînin û ew ê hêzên Amerîka û Hevpeymaniyê ji her gefekê biparêzin.

Ev yek di demejê de ye, Dijetrora Kurdistanê duhî gotibû, bombekirî li çoleke navçeya Herîrê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ketiye û ti ziyanên canî çênebûne.

Ji destpêka şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de, grûp û milîsên çekdar ên Îraqî gefa aramnckirina baregehên leşkerî yên Amerîkayê dixwin, eger rasterast destêwerdanê di şerê Îsraîlê de bike

Ev nûçe bi tevahî 627 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:48:02