Barzanî pêşwazî li komek siyasetmedarên şîe û sunnî yên Iraqê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke siyasetmedarên şîe û sunnî yên Iraqê kir

11 Adar 2017 - 06:59
11 Adar 2017 - 06:59
 0
  Barzanî pêşwazî li komek siyasetmedarên şîe û sunnî yên Iraqê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke siyasetmedarên şîe û sunnî yên Iraqê kir.

Şandeka siyasetmedarên Iraqî, ku ji 20 siyasetmedarên şîe û sunnî pêk hatibû, li Hewlêrê bi Serok Barzanî re hevdîtin kir.

Di civînê de behsa nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çawaniya çareserkirina wan hat kirin.

Şanda Iraqî piştî civîna Barzanî dê bi şandeka Serokatiya Herêma Kurdistanê re jî hevdîtin bike.

Hat gotin ku qesta şanda Iraqî ji hevdîtina bi Barzanî û rayedarên Iraqî re ew e ku hêz û aliyên siyasî yên Kurdistan û Iraqê nêzîkî hev bike.

Ev nûçe bi tevahî 1844 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:24:45