Berpirsekî PDKê: Derveyî kurdan hêza çekdar a hemû pêkhateyên Kerkûkê heye
Berpirsê baskê 3 yê PDKê li Kerkûkê ragehand, derveyî kurdan hemû pêkhateyên Kerkûkê bi sune û şîe û tirkmenan ve xwedî hêza çekdarin û tên parastin. Lê tenê kurd bê pişt û parastin mane.

Berpirsê baskê 3 yê PDKê li Kerkûkê Dr. Mihemed Xurşîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi dirêjayiya dîrokê hikûmetên yek li dû yek ên Iraqê, eşîrên ereb ên li sînorê Kerkûkê pirçek kirine û di bin navên cuda cuda de û bi navê parastina navçeyê kirine. Ji salên şêstî Heres Qewmî (Zîrevanên qewmî) heta hêzên Sehwe yên piştî 2003 li Iraqê hatin damezrandin.’’
Herwaha got: ‘’Naha hemû pêkhateyên Kerkûkê bi sunne û şîe û tirkmenan ve gelek hêzên çekdar hatine ava kirin. Tenê kurd nebin ku ti hêzekî wan tine berevaniyê li wan bike û bê pişt û bê parastin mane li bajar.’’
Dr. Mihemed Xurşîd got: ‘’Hikûmeta herêma Kurdistanê bi rêya şandeya danûstankar a herêmê û wezareta Pêşmerge ve di guftûgoyên berdewam de ye bo asayî kirina rewşa navçeyên Kurdistanê û vegerandina Pêşmerge bo navçeyê. Ji ber heta Pêşmerge nevegere Kerkûkê aramî li bajar çênabe.’’
Nûvekirina herî dawî: 16:38:37