Bi beşdariya Mesrûr Barzanî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubayê dest pê kir

Bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 13ê Sibata 2023an Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubayê dest pê kir.

13 Sibat 2023 - 04:02
13 Sibat 2023 - 04:02
 0
Bi beşdariya Mesrûr Barzanî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubayê dest pê kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî berî bîstekê li bajarê Dubayê gihîşte cihê lidarketina Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan.

Destnîşan kir jî, Lûtke bi kêliyeke bêdeng ji bo qurbaniyên erdheja Tirkiye û Sûriyê dest pê kir.

Got jî: Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdarbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de, îro dê bi hejmarek hevdîtin bi serok û nûnerên welatan re pêk bîne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê gotarekê di Lûtkeya Hikûmetan a Cîhanî de pêşkêş bike.

Ev nûçe bi tevahî 573 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:34:05