Biryarekî Bexdayê li dijî firokxaneyên Kurdistanê hate hilweşandin

Piştî Bexda biryar dabû ku, nabe firokeyên barhilgir rasterast herin Herêma Kurdistanê Wezîrê Veguheztinê yê Herêmê ragehand ku, ew biryar hate hilweşandin.

28 Avrêl 2017 - 04:00
28 Avrêl 2017 - 04:00
 0
Biryarekî Bexdayê li dijî firokxaneyên Kurdistanê hate hilweşandin

Wezîrê Veguheztinê li hikumeta Herêma Kurdistanê Mewlûd Bawe Mûrad taybet ji BasNewsê re ragehand ku, ew biryara ku, li dijî Herêma Kurdistanê derketibû hate hilweşandin û nayê cîbecîkirin.

Herwiha Mewlûd Bawe Mûrad piştî ku, Iraq biryara qedexekirina hatina firokeyan rasterast bo Herêma Kurdistanê bi rêya hewldanan li Bexda ew biryar hate rawestandin û got ku, biryar tenê rojekê berdewam kir û piştî wê hate hilweşandin, tekez kir ku, niha firoke weke berê dikarin rasterast werin firokeyên Herêma Kurdistanê.

Li gor biryarê divîbû her firokeyekê barhilgir li Bexdayê were bişkinîn kirin û piştî wê herin Herêma Kurdistanê, biryarê dê gelek ziyan bo herêma Kurdistanê çêkiriban.

Ev nûçe bi tevahî 1546 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:54:27