DAIŞê berpirsyariya êrîşa li Îranê li xwe girt

Rêxistina DAIŞê bi rêya malpereke xwe ya medyayê, berpirsyariya êrîşa îro ya li bajarê Şîrazê li xwe girt.

27 Cotmeh 2022 - 04:06
27 Cotmeh 2022 - 04:06
 0
DAIŞê berpirsyariya êrîşa li Îranê li xwe girt

Li gor zanyariyên ajansa AFPê, rêxistina DAIŞê bi rêya malpereke xwe ya medyayê, berpirsyariya êrîşa îro ya li bajarê Şîrazê li xwe girt.

Duh êvarê 26ê Cotmeha 2022yan, medyaya Îranê ragihand, di bûyereke teqekirinê de li bajarê Şîrazê yê navenda parêzgeha Faris, 15 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.

Malpera Tesnîm a nêzîkî Supaya Pasdaran belav kir ku êrîşkar selefî û wehabî bûne û ji aliyê welatekî navçeyê ve hatine arastekirin.

Piştî wê bûyerê, karvedanên navxweya Îranê dest pê kir, Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ragihand, dijbereyên Îranê piştî ku nekarîn yekbûna îraniyan têk bibin, dest bi tundî û terorê kirin.

Îbrahîm gef xwar û got: “Ev kiryar dê bêbersiv nemîne û dezgehên ewlehî û serbazî divê bi awayê herî tund bersivê bidin.”

Ev nûçe bi tevahî 610 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:56:07